Helbesta S.Cegerxwîn ji bo bîranîna pêşewa Qadî Mihemed
Xakî Kurdistan bi qurban pir ciwan û paqij î
Xwîn rijandin pir kurên te wa li her alî rijî
Miletê kurd ta ku sax e ew ji vê rê nagerî
Aferî...Aferî
Qadî Mihemed aferî
Ev ne şerm e têne kuştin em di rêça pêşketin
Da Tiroman znibî em xweş nijad û miletin
Dê bikin em tim bi wî re dijminahî, berberî
Aferî...Aferî
Qadî Mihemed aferî
Qembera zera atomî zereyek nabin ji dil
Ser xwe najî miletê kurd ta ku ev zencîr li mil
kes bi lavlav û bi dîlek vî berî nabin serî
Aferî....Aferî
Qadî Mihemed aferî
Ey Tirûman kuştina qadî Mihemed ka çiye
Qey edalet tim wisa ye,hukmê dimuqratî ye
lê bi kuştin û bi zindan miletê kurd namirî
Aferî ....Aferî
Qadî Mihemed aferî