1 قراءة دقيقة
helbest


Ziwabûn
Ji barana awiran
Li hêviya te !
Tevna rêwiyan ji gurdê ket
Barê silavan nayê hilgirtin
Bi stûnên keseran
 Û tu nehatî . 

  12.1.2019



Her sibe

Du tasikê çavên min
Pêlek lipêlan dide
Rondik disere diçin
Bijîjk ji mirin dipirse:
Qey te derya xwendiye?
Yan te mirin ristiye?
Min got na
Na na
Min Du keziyên ji Bê
Ji bo welatê kezîkur hûnaye!
Mêzeke li çavên min
Dilek î pûç û ziwa
Kakil e
Qoqê vala
Kelemperê havînan
 Berbaye!!.

 Burhan Hesso
 20.12.2018

تم عمل هذا الموقع بواسطة