Hîna tu derbas dibî
Hîna,
tu di vê kolanê re derbas dibî
Dengên nesaz
Ritma meşa te naşikînin.
kulîlkên bendewar
di qelşên dîwaran de
serê xwe pêşwazî te dihejînin…
Tu şopa xwe
Bi sirûdên evînê vêdixînî
pertewa ken
Li baxan tu belav dikî…
Li dawîya her derbendê
Destê te liba dibe
Li dawîya her tûnêlê
Çavên te vêdikevin…!!
Di xulgeyên şînê de
Destên xwe
Li pêjna te dipelînim
Geşbînîya jîyanê
Ji dêmên te rûdide...
Dibim şehsiwarê ba
Nameyan belav dikim
Û gastînan
Bi bangên te bi nav dikim.
4/1/2019.z
********************