Geşt û gezmax
*ji bo zarokan
Xanî li min bêdenge
Belkona male tenge
Dixwazim dakevim jêr
Dem êvare derenge...
Derve xweş e van çaxan
Ezê herim nav baxan
Ez dixwazim bifirim
perwaneya ser şaxan.
Hinekî bi bez û rev
Çend kulîlkan bidim hev
De rabe dayika min
Berî li me bibe şev.
20/1/2019.z
*****************