Tê gotin : ku şêrekî sê "3" Ga dîtin yek Reş bû û yek sor bû û yek sipî bû ... xwest nêçîra yekî ji wan bikê hêdî hêdî rabû Êrîşî wan kir lê hersê gayan bi hev re ew vegerandin û berdanê ji wê deverê ... Şêr birçî bû û di hişê xwe de bir û Anî ku çawa nêçîra yekî ji wan gaya bike û ji xwere got : " dêmek ew bi hevre bi hêzin li hember wî " rabû biryar da ku biç li ba gayê sor û yê Reş û ji wan re got : ti pirsgirêkên min bi we re tune ne wek win di zanin û hûn herdû dostê minin tenê min di xwest ez gayê sipî bigrim û bi xum de ez ji birçîbûnê nemrim û hûn dizanin ku ez dikarim we ?! lê mebesta min gayê sipî ye ne winin ? Herdû gayan bi hevre ketin mitalan û ramanan de demeke dirêj û guman kete dilên wan û hundirê wan de... ji hevre gotin : şêr rast dibêje ! de emê bi hêlin nêçîra gayê sipî bike da bi xwê ... Herdû gaya naveroka biryara xwe gihandin ji şêr re ku ew dikarê êrîşê bi de ser gayê sipî (Şahê dehlê) bi lez rabû çû xwe zerkire gayê sipî û ew derneqotî qadê kir û kete ser kelaxê wî de ta jê têr xwar û bêtirî heftiyekê ma zik têr û dil şad bivê pîlanê û vê nêçîrê ... Roj çûn û roj hatin şêr birçî vegera û bû xurxura zikê wî xweşbûna goştê gayê sipî û rengê wî bi bîrtanî û dema têrbûnê ... li herdû gaya vegera û xwes nêçira yekî ji wan bike lê herdû gaya bi hevre ew êrîş şikandin û poçê bi hêz lêxistin û ew êşandin ... rabû vegera bi paş de dil şikestî û zik birçî ... weke cara gonê şêr vegera pîlana xwe ya berê û bakire gayê Reş û jêre got : pa çima te êrîşî min kir û mebesta min bi xwe ji nêçîrê tenê gayê sor bû ne tibû!! Gayê reş jêre got : te ev tişt gote me Roja te gayê sipî fort û xwar ?! Şêr lê vegerand : kuro lawo tu dizanê hêza min û ez di karim we herdûka zerkime qadê bi hevre , lê min ne xwest jêre bêjim ku ez jê heznakim de nebe kelem di pêşiya min de ... Guman careke dî kete dilê gayê me yê Reş de !! û piştî çend mitalan erêniya xwe efirand ji "şahê dehlê re" ... Roja dî Şahê dehlê " şêr " çû gaye sor nêçîrkir kete ser kelaxê wîde û heftiyekê ma zik têr û çed şevê xweş derbaskirin û dil şad bi wê pîlan û wê nêçîrê ... Roj çûn û hatin û dîse şêr birçî bû û bû xurxura zikê wî raste rast li gayê reş gera û çaxê ew dît xwe zerkiryê de û ew kelax avêşte qadê berê were kuştin gayê Reş Qîrkir û got : (ez hatim xwarin Roja Gayê Sipî hat xwarin) Şêr heyîrî (matmaî) ma û lepê xwe ser rakir û gotyê : çima te negot roja gayê sor ...?! got : Ji ber tu ma bi tenê niha ne wê dema ku min gayê sipî xwar ... Gayê reş jêre go : ji ber ji wê çaxê de ez ji wê rêdarê hatim xwar ew rêdara me di parêzê bi hev re û yê carekê jê were xwarê wê li ber bibe Arzan û dema mi xwarina hevalê xwe gayê sipî Erênî kir hingî min Erênî da te da tu min jî bixwî...?!