Ezê bêm
Li sipîdê,gava elend
ji xew rab e
Gava stêrka sibehê
li asmana xuya be
gava gerdûn bi pertew be
Ezê bêm !
Baran xweş dibar e
derya dîn dike ,xweziya fireh dike
gemiya rêwiya zû bi rê dixîn e
konîkên çavê min
bi hêlekanên gemiyê re
bi pêlên avê re,bi çipikên
baranê re,bi gumanan re
bi dû sîtava te de,min tîn e
Ezê bêm! I
Bawerk e li sipîdê gava elend
ji xew rabe,gava stêrka sibehê
li asmana xuya be
gava gerdûn bi pertew be
Ezê bêm!
Êvar e êvar e,bakî dîn e
roj li zerketav e,bê dengiyê
di nav tîrêjên dawî ji rojê de
ez pêça me,dilê minî xemgîn
bi xweziya re,bi xewna re
bi aliyê te de,derûn zû tîne
Ezê bêm!
Li spîdê ,gava elend ji xew rabe
Gava stêrka sibehê li asmana
xuyabe,gava gerdûn bi pertew be
ezê bêm!
Ezê bêm