1 قراءة دقيقة
Endezyara rewanê min

Reber Hebun


https://www.youtube.com


 Endezyara rewanê min

 têm û li min kincê xwdayekî ,
dixwaze ji te fêrî afirandinê bibe.
wendabûn koça xwe ya dawî dike ..
nav tîrêjên çavê te bar dike ..
min bi şewqê awirên xwe biparêze.
bi agirê kenê xwe min bişo.
û stêrkên hûr xelatî şeva min bike.
nema dem derbas dibe bê te ..
nema sêwir nivşta sirûştê dipejirîne
bi bendemaniya min ji te re..
bi baskên peyvan
dixwazim bifirim cem te .
ber kevîkên gewdehê te..
mereqên min diçin û tên
wek leşgerên westiyayî
ji nûbedariya dem dirêj.
dem niha ye..
ji derveyî wê jiyan winda ye.
berî te mîna bermayîyên cengan , belav im
bê warim .
neqşê min di nav neqşên welatan de tev derbasbûye..
zimanê min jî fermiye
di warê belengazan tenê ..
lê ji derveyî xemgînî , şûnwarên min ..
şaristaniyeke miriye.
ronahiya bê sînor
dilê min bû te daholê cenge
lêdide berve hatinê siwaran ..
bi balindeyan re hestên min daxwazê hembêza hestê te dikin ..
peyvên min bihna dengê hatina te dikin ...
bi dîdara te
meyên veşartî di peyalên dîrokê
xwe radikşînin
dibim av
dibim sûlav
dibim ser girên sînga te mey û gulav..
dibim beranberî te ewr û sîtav.
welatî tu ji xewnên min re
xelat û nîşanî bi min de
eme her tim wekî Dicle û Ferat
bi hevgin , bi hev re bimeşin
evîndar û şehîdên xwe hembêz bikin
di xwe de veşêrin
û ji wan nifşên gulên buharan
bibişkivînin ..
bila tu hêzdar û nazdar bî
bila dîroka kevin û nû ji evîna me şerm bike
endezyara rewanê min
 welat namre 

 dema ku evîndarên xwe
ji dil hev hez dikin
bi hev re bi ken û dîlan
mirina reş binax dikin .
dilê min niha xweştirîn peyv ji te re dibêje
tenê serê xwe ser sîngê min de
bibhîse sirûda roj û derya û keskesor û bayê
çendî jiyan hêjaye û xweşe
çendî dûrbûna te mîna şeva min reşe
em jimêj hev nas dikin
ji berî zayînê û piştî wê.
bi hev re em hatin vê gerdûnê
me nas kir agir û çandinî
ma saz kir wêje û Evîn ..
şermezarkir gefên Felek û narvînê
ji landika zaroktiya te derketim ..
ji malzarokê stran û lorîkan jidayik bûm
li ezmanê kenê te firîm
û bi bayê payizê re bi pelên daran re bi ba dibûm
ta ku min xwe dît ber pencera mala te..
çîrokeke payîzî..
çendî navê min girse ser lêvê te
dema bi dengê te digindire gûkeke agirî
wêran dike warên dijminên tîrêjê ..
bi wateyên xwe bi dest dixîne
hêviyên siberojê .
tenê kenê te bi helbestên min dikare ..
awirên te hestûyên peyvên min dabeş dikin ..
 ligel kevokên gûzel .







تم عمل هذا الموقع بواسطة