Efrînê
Bi girî û keser û axînê
Me tevde barkir ji Efrînê
Tiştê anîne serê me
Gurê li Çola ne bînê
Weke tavê zivistanê
Hêstir ji Çava dibarînê
Ji me kuştin ji me girtin
Xanî tjî bû ji xwînê
Li zarokê bi Çûk di dan
Dayîka dikir qêrî nê
Me digo qeyi ew mirovin
Lê wa li me dinerî bi kînê
Paşî her tişt talan kirin
Ti kes rewş me na bînê
Namûsa me bin pê kirin
Bi sedan weka barî nê
Em bû ne weke evdala
Me rahiştiye konê şîne
Çetyên xwîn mijû gemar
Tên di rûnin li Efrînê
Kiryarê wa pir xirabin
Hov ketin warê Arînê
Hişû sewdanê me ne me
Ban dikin me dîno û dînê
Eşqa mi bûye wek ya mem
Efrîn ji mire bûye zînê
Gelî kurda hevdû bi girin
Şerim bikin ji vê jînê
Bi nakûkî û bivê kînê
Mem dil xweş nabê bi zînê
Kovan Kinho