1 قراءة دقيقة
Di sala 2016 de



Ahmet Aslan


Di sala 2016 de,
Min dixwest ji tere bînim,
Baqek gul,
Ji berbizikên xerzanê,
Ji beybunên karêzê,
Ji binefşên fereşînê,
 Ji nêrgizên çiravê. 

 Min dixwest ji tere bixwînim,
Helbestek evîniyê,
Ji gotin u hevokên mem,
Ji neçerî u bêdengîya zînê.
Ji çîrok u ser pê hatiya siyabend,
 Ji lorîk u awazên xecê. 

 Min dixwest ji tere bêjim,
Gotina herê giran.
Wek gorzê rustemê zal,
Wek şêrê cudi u gabar,
Wek cenga kawa yê hesinkar,
Wek hêza evîna te,
Min dixwest bêjim,
 Ez ji te hizdikim! 

 A Aligî
 31 12 2016

تم عمل هذا الموقع بواسطة