Ey felek
? ka ew sera û Birc û qûnax di min
Ka rez û bostan û dar û
? ew baxê di min
Çîçek û nêrgiz heriştin
Tev ji bîna sor - gulan
Surperî nayên semayê
? qozaxê di min
Qeb-qeb û dengê kewan
Nayên li ser lat û çiyan
Kûre - kûre rengê bûman
Nalêya zaxê di min
Ser bi zêr û çox bi surme
Dest li ber, rû nale - nal
Dê bi kê xweş bin di dil de
? key û daxê di min
Bilbilê malik xerab
Herdem bi hewar û girî
Xweş li ser sorgul dinalîn
Bûne ortaxê di min
Qumriyan sed rengê awaz
Wan ji derdê nêrgîzan
Bûm li ser kox û kelat û
Qesr û çardaxê di min
Dijminê zordest û zana
Tev welat girtin bi zor
Erdelan û şehrezûr
Û şax û kurd - daxê di min
Kurdê gernas ku şikandin
Tîp û komên Ingilîz
Ketne bindestê neyaran
! ? Altaxê di min
Diminê milet di îro
Bûne rêber bo welat
Ên bi xapan em dixwarin
! ? ocaxê di min
Ma gelo kevneperest im?
Na, ne raste ezbenî!
Lê dixwazim zû şiyarbin
Dost û hevçaxê di min
Ez ciger-xwîn im li ser vê
Paşdemeyina welat
Rengê efyon tên firotin
Rist û ev xaxê di min…