1 قراءة دقيقة
Biryara min di da

Helbestvan Rojdiyar Hemê

- Biryar ên min dida
Bo jibîrkirina te,
Li min dizîvirîn bi ken
Di hişt in
Ez bihtir bi te bigrim ,
Dinavêna pêl ên pêriya te
Min çendî caran
Xwe davêt sîpera hatina te
Em her du diketin
Solava çîrok ên ne bilez
Me konek ji ramûsanan
Dirêsand ,
Têp ên evîna germ,
Li min û te komdibûn
Dihiştin pelandina me
Yên berên xwe dane xew
Û di derya baweşkan de
Çilmisîne
Sirûd ên sipî bûna min û te
Dubare dikirin ,
Çendî caran ez qurban,
Ez û name yên çav ên te
Me awaz ên
Bihên fireh û gav ên yekbûn ê
Me diçand ,
Şop ên bi soz,
Bixuhdana hisbûna me avabûye
Tim û her dem
Bo min diyar dikin
Biryara dawiyê ez ya teme .
     Helbestvan Rojdiyar Hemé

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏
تم عمل هذا الموقع بواسطة