1 قراءة دقيقة
Bavê luqman

Bavê luqman


Bavê luqman ti çiyabû li pişta me
Ti rêber û rêzan û rêşan bû jibo me
Lê mixabin te ji nav me barkir
Feleka xayîn em jev qut kirin û dilê me sarkir
Bavê luqman bi barkirina te bare kul û xema kete ser mile me
Rundik ji cava tim dibarin liser bejin û bala te yî şêrîn ti her li bîra me
Bavê luqman
Gelek cara hêstir tevlî xwarinê dibin
Her dem kenê te liber cavawinda na bin
Dara me hişk bû û kulîlkê jiyana me weşiyan û ro biro em di Çer misin
Bavê luqman
Me liser te kire qîrên û nalîn
Bi çûnate em winda bûn jiyan li me bû ne ti jîn
Buhar li me ziwab û ewrê payizê biser mede barîn
Bavê luqman
Xwzî me berî te bar kiribane
û me çûna te ne dîtibane
Em li ser te girîn ta kehnîkê cave me zi wabûn
Çende rojeke dijwar bû roj lime bû bê ronahîbûn
Şev lime bê tava heyiv û gelek reŞû tarî bûn
Bavê luqman
Em bûne weke dara bê pel û bê fêkî
 Ji bo te hezar carî em bimrin ne xeme ew  bare  giran  ma tê liser   mile  kê kî

 Em soz di din te go her dem liser rêbaza te bi meşin ...da em jî weke te ser bilind bin
 Û bare teyê giran em hildin liser mila... kar û xebat û Hiskirina milet û welat û Em ne  revin 

 Ji ber ti jimere dibistana evîna welatê me yê Şêrînî
 Ti  hêja yî   ava   kewser û cinata  hingivî nî

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏‏نظارة‏ و‏بدلة‏‏‏‏
تم عمل هذا الموقع بواسطة