1 قراءة دقيقة
^^^^^^^Bûka sibehê^^^^^^^^^^^^^

Dildar Ashti


Bûka sibehê

 Bûka sibehê
Kilîla xwe li bejna min bipêçe
Û min hilde evrazan
Zaroktiya lavan
Di hêlana bêhriyê de bihejîne
bêhna qehwê
Li destpêka sirûdê vegerîne
Li bendî te me
Di şevên bîranînê de
hêsran vêdixînim
Li ser rêçên hatina te
Ez belgeyên giyanê xwe radixînim
Êdî bes bigazindan
Perwaneyên baxên xewnê bisotîne
Keştiya xewn û hêviyan
Ber bi peravên canê min de bişîne
Destpêk
ji pildana dilê te birêdikeve
û kesera dawî
 Li ber lingê te dinive

 14/4/2016.z
 *************************

تم عمل هذا الموقع بواسطة