1 قراءة دقيقة
AFRÎN

Ahmed Aziz


AFRÎN

         ===========
Efrîn wéneyén te
Û rûpelén nûsandî
Bi dîwarén kavil û heriftî ve
Li bazara mafé mirovan
Herkes
Di wade di buhirin
Ser dernixûm û dest
Li ber guh
Béy ku kes ewan rûpelan vexwînin
Û ew rûpel
Hatinin nûsandin
Ji bohî e wan kesan
AFRÎN
Bangén te yén evîniyé
Liser eniya şevé
Cihé şermezariyé ye
Ji bédengiyé re
AFRÎN
awazén birîna te
Xwe berdidin nav hinasén
Her dilekî
Û çi çavén xilmaş hişiyar dikin
AFRÎN
xaka te té te misdan
Bi xwîn û goşté
Kal û pîr û mendalén te
Liber çavén cîhanek bé hest
AFRÎN
Bi melûlî e vé helbesta xwe bo te
Di nûsînim û diyarî
Te dikim
AFRÎN

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏وقوف‏‏‏

تم عمل هذا الموقع بواسطة