xewna di avzelêlkê de
dîsa li me ferman e
gelîyê laleş
dîsa bi mij û dûman e
ferişt û Tawizî Melek
di hanê de negihane
dîsa Şingala şewitî
û gola simoqiyan
bi xem û lavên Êzîdxan
reşa xwe girêdane…!!.
dîsa asîmanên xewnê
bi alên reş kumkumîne
û tenûrên yezdanan
bi kînê himhimîne
Dergehê dojehê vebû
Agir bi pêl û rivîn e
Xwe vedigurizîne
hişk û Ter dilehfirîne !!..
li canên jar û mişextan
Kevirên zaxor û bestan
bûne pêt
cencal û zarezar e
li hawîr şeyda û şêt
wax li vê dîmena kirêt !!..
li nav lepên Zebaniyan
pêsîrên dapîran diweşiyan
terişîn memikên keçan
li ber qîlên hov û Hirçan !!.
Peyvên min xwe veşartine
li ser beltikên çiraxan
wek çivîkan qurimîne.
Refên Kund û Qijakan
Li dor Kanîya Sipî danişîne
xewnên di avzelêlkê de
matmayî miçiqîne !!...
…
ez ê çi bo te bihûnim
bi çi dilî
li beheya kezebsojên te rûnim
xem û derdên zeriyan
ji nav tevna bobelatê vepûnim.
Çemên xwînê digerin
Qaz û Qumrî
Xwe li fîxana te digrin
Li perav û kenarên din
Kevokên aştîyê dimrin…
Nizanim avjenîyê
Li nav pêlên xinizîyê
De werîsê hanê bo min bişîne
Min hilgêve
Min bi navka yezdan ve hilawisîne.
xêzkê li dor min çê neke
sebeta hêvîyan veke
bila keskesora dêmên te vede
qelpaxan bide alî
bila keldûmana giyan
li baxên tî
bibe xunav û şebnem
dîsa ji nû hev şû bikin
omîd û xem
mizgînî belav bibe
Nasnama te binav bibe
Şingala rojê
Xatûna kozê
Keça sozê
banga dozê…
2015.z _16/12/2018.z
*******************************